ANF
Ji pêkhateyên Kongreya Gelên Demokratîk, berdevkê Nor Zartonk (Hişyarbû nû) Sayat Tekîr da zanîn ku HDP dikare şaredarekî Ermenî derbixîne. Tekîr got: “Em ne xemla kêlekane. Em Ermenî jî wek bindestên vê pergalê, ji bo wekhevî, azadî, biratî û aştiyê têkoşînê dimeşînin.”
Yek ji pêkhatiyeên HDK’ê Nor Zartonk (Hişyarbûna Nû) ya ku
ciwanên ermenî ava kiriye. Nor Zartonk ku bi deleyên xwe di HDK’ê de tê temsîl
kirin, di Meclisa giştî ya HDK’ê de cih digire.
Berdevkê Nor Zartonk Sayat Tekîr der barê bendewariyên
Ermeniyan yên ji hilbijartinan ji ANF’ê re axivî û komkujî û qirkirinên ku gelê
Ermenî di pêvajoya dîrokê de jiya bibîrxist. Tekîr wiha pê de çû: “Mixabin îro
hejmara me kêm maye. Ji ber vê îro em
namzetekî ermenî nabînin. Tenê li cihên ku ermenî dijîn, em li meclisên
şaredariyan dibînin.
Dı Warê Ermenıyan De Pırsgırêka Temsılıyetê Heye
Tekîr anî ziman ku ji ber vê yekê alî ermeniyan de
pirsgirêka temsiliyetê heye û destpêkê divê HDP’ê vê zehmetiya li pêş
temsiliyeta ermeniyan rabike.
Tekîr bi lêv kir ku li cihên ku ermenî dijîn, bi dengên
ermeniyan şaredar derxistin gelek zehmete û got: “Li Herêmê bi alîkariya
tevgera kurd, li herêmên ku îro kurd, berê ermenî dijiyan, şaredarekî Ermenî bê
hilbijartin. Geşedaneke bi vî rengî dê
moralê gelê Ermenî jî bilind bike.
Em Ne Xemla Kêlekane
Tekîr wiha pê de çû: “HDP dikare namzetekî şaredariyê
derbixîne. Ne tenê hilbijartina şaredarekî, divê li kolanan ermenî hebin. Hene
jî. Lê mixabin hejmara wan pir kêm e. Lê bi vî awayî di nava têkoşînê de ne. Ji
bo aştî, biratî, wekhevî û azadiyê di nava têkoşînê de cih digirin. Ermenî ne
xemla kêlêkane.”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder